Haydar Şahin
13 Hezîran 2020•Rojanekirin: 14 Hezîran 2020
Li Meletiyê du trênên bar li hev qelibîn, di qezayê da 2 kes mirin, 2 kes birîndar bûn.
Li nêzî Kemerkopriya taxa Betalxaziyê 2 trênên bar li hev qelibîn. Li ser îxbara qezayê ekîbên Serwêsa Acil a 112ê, polês, agirkujî û AFADê sewqî herêmê kirin.
Mahmut Kayayê wezifedarê trênê li dewsa bûyerê mir, ekîbên Serwêsa Acil a 112ê 2 birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat tesbîtkirin ku Mehmet Ulutaşê wezifedarê trênê jî di trênê da bûye lê nehat dîtin. Li ser vê cendirmeyan bi kûçikê lêgerînê li herêmê geriyan ku Ulutaş xilas bikin.
Di encama xebatan da cesedê Ulutaş di binê barê trênê da hat dîtin. Dozgerên bi destê Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê hatin wezifedarkirin li herêmê lêkolîn kirin. Ekîban ji bo derxistina cesedê Ulutaş dest bi xebatan kirin.
Wekî mayîn ji bo rakirina vagonên welgeriyan e jî vîncan dest bi xebatê kirin.
Aydin Baruşê Waliyê Meletiyê bi Selahattîn Gurkanê Şaredarê Bajarê mezin ra li dewsa bûyerê lêkolîn kir û agahî sitandin.
Walî Baruş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku trêna bar a ji Elezîzê dihat û trêna bar a ji Meletiyê dihat li hev qelibîn.
Baruş got ku ji ber qezayê gelekî li ber xwe ket û wiha pê da çû:
"Me personelê di qezayê da winda bibû dît. Mixabin 2 personelên me mirin 2 personel jî birîndar bûn. Der barê bûyerê da tehqîqata edlî û îdarî dan destpêkirin. Birîndarên me li nexweşxaneyê tên dermankirin, xetereya wan tune. 2 personelên me jî rewşa wan baş e û tiştekê wan tune. Xebatên rakirina enkazê dewam dikin. 2 vîncên rêhesinê dixebitin. 2 vîncên din jî ew ê werin. Rihma Xwedê li personelên me yên mirin bibe, serê malbatên wan sax be. Xwedê şifayê bide birîndarên me."
Gurkanê Şaredarê Bajarê Mezin jî got ji ber qezayê gelekî li ber xwe ket.
Gurkan serxweşî da malbata rêhesinê.