18 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
ANKARA
Sererkaniyê ragihand, li herêma Daglicayê û der û dora wê duh operasyon hat kirin û wê demê pevçûn derketin. Di pevçûnê da leşkerê ku giran birîndar bû, cangorî bû.
Li gor daxuyaniya li ser malpera sererkaniyê, leşker digel hemû midaxeleyan xelas nebû û cangorî bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin, tedawiya 5 leşkerên birîndar dewam dike û wiha hat gotin:
"Xwedê rehma xwe li cangoriyê me bike. Serê malbat û xizmên wî, serê mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirk û milletê me sax be. Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne."
Di operasyona herêma Daglicayê da 3 leşker cangorî bûbûn, yek jê giran 6 kes birîndar bûbûn. Bi leşkerê ku cangorî bû va hejmara leşkerên ku cangorî bûn derket 4an.