HAKKARÎ
Li navçeya Yuksekovaya Hakkariyê, merivên jinika ku li nexweşxanê piştî welidandinê mir, li doxtor xistin. Piştî êrîşê Doxtor Soner Pul girtin bin tedawiya giran.
Nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Kamuyê (KESK) û xebatkarên girêdayê Nûnertiya Odeya Tebîban ya Herêmê, ji bo êrîşa li hevkarên wan Soner Pul hatiye kirin hatin bal hev.
Kom ji bo êrîşê protesto bike li ber nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê kom bû. Berdevkê KESKê Adnan Ceyhan li ber derê nexweşxanê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Ceyhan der barê bûyerê de got ku ji ber jinaka piştî welidandinê mir, em gelekî hestiyar in û wiha dewam kir: "Ev bûyer dibe ku li hemû deverên welêt biqewime. Divê ji ber vê, gelê Yuksekovayê neyê sûcdar kirin. Merivên jinika mir, doxtorê pispor Soner Pul ji ber mirinê sûcdar kirin û dema ku Pul ji nexweşxanê derdiket lêxistin.