ANKARA
Hat aşkerekirin ku divê kesên berî qewlê xwe ji dayik bûne li dilê xwe baldar bin.
Zanyarên Zanîngeha Oxfordê ya li Îngilîstanê, li ser 102 kesên ku ji berî qewlê xwe ji dayik bûne heta 25 saliya wan lêkolîn kirin. Di dawiyê de daneyên bi dest xistin, bi daneyên ku ji lêkolîna li ser 132 mirovên ku di qewlê xwe de ji dayik bûne hevrû kirin.
Hat dîtin ku aliyê rastê yê dilê kesên ji berî qewlê xwe ji dayik bûne biçûktir e, lê giraniya wê jî zêdetir e. Ev yek kapasîteya dil ya pompekirina xwînê asteng dike.
Ji lêkolîneran Paûl Leeson da zanîn ku îro ji sedî 10an mirov ji berî qewlê xwe ji dayik dibin. Ev mirov jî di navseretiya xwe de bi pirsgirêkên dilî û rehikê re hev rû dibin.
Lêkolîn di kovara Amerîkan ''Circulation"ê de hat weşandin.