Tenduristî

Telefonên bêrikan ji bo zarokan ne baş e

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê Prof. Dr. Mustafa Gerek daxuyand bikaranîna telefonên bêrikan li ser tenduristiya zarokan tesîreke nebaş dike

Türkan Tosun  | 28.07.2019 - Rojanekırın : 29.07.2019
Telefonên bêrikan ji bo zarokan ne baş e

Ankara

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê Prof. Dr. Mustafa Gerek daxuyand bikaranîna telefonên bêrikan li ser tenduristiya zarokan tesîreke nebaş dike û wiha got: "Divê telefonên bêrikan û cîhazên wek tablet nedin destê zarokên temenê wan ji 12 salî biçûktir in. Malbat ji bo ku zarok aş bibin telefonên berikan didin destê zarokan, lê ev zirareke mezin dide wan."

Prof. Dr. Gerek der barê tesîrên nebaş ên telefonên berikan a li ser tenduristiya mirovan da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Gerek got teknolojî çiqas kêrî însanan bê jî zirarên wê jî hene, lewra dibe sedema nexweşiyên çav, guh, pişt û stûyê.

Der barê bikaranîna telefonan û berguhkan da Gerek got ew dibe sedema nexweşiyên guh û wiha dewam kir: "Divê telefon ji serî û stû dûr bên bikaranîn. Tesîra wê ya ceyranê jî li ser dil, mêjî, guh û çavan heye ku divê ji van dûr be. Ji bilî vê divê li odeya ku mirov lê radizên şarja telefonê neyê tijekirin."

- "Divê telefonên bêrikan û tabletan nedin zarokan"

Gerek daxuyand bikaranîna telefonên bêrikan li ser tenduristiya zarokan tesîreke nebaş dike û wiha got: "Divê telefonên bêrikan û cîhazên wek tablet nedin destê zarokên ku temenê wan ji 12 salî biçûktir in. Malbat ji bo ku zarok aş bibin telefonên berikan didin destê zarokan, lê ev zirareke mezin dide wan. Lewra zarok dema telefonê didin destê xwe der û dora xwe nanihêrin, guhê xwe didin ser telefonê û dibin muptela. Radyasyona ji telefonan derdikeve jî tesîreke mezin li ser zarokan dike, pirsgirêkên cidî çêdibin."

Prof. Dr. Gerek anî ziman heke mecbur bimînin divê malbat ji 15 deqîqeyan zêdetir telefonê nedin destê zarokan, lewra telefon ji bo ragihadinê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.