Tenduristî

12 hezar personelên bi peyman ên tenduristiyê

Di Rojnameya Fermî da hat îlankirin ku Wezareta Tenduristiyê ew ê li gor puanê KPSSyê 12 hezar personelên bipeyman wezîfedar bike

Haydar Şahin  | 31.07.2019 - Rojanekırın : 31.07.2019
12 hezar personelên bi peyman ên tenduristiyê

Ankara


 Di Rojnameya Fermî da hat îlankirin ku Wezareta Tenduristiyê ew ê li gor puanê KPSSyê 12 hezar personelên bipeyman wezîfedar bike.

Ji bo li gor lîse, pêşlîsans û lîsansê serî li pozîsyonên personeliya tenduristiyê bixin Rêbera Tercihê ya KPSS-2019/4ê li ser malpera OSYMyê hat weşandin.

Di karûbarên tercihê da ji bo lîsansê dibê li gor puanê 2018-KPSS Lîsansê, ji bo pêşlîsansê dibê li gor puanê 2018-KPSS Pêşlîsansê, ji bo lîseyê dibê li gor puanê 2018-KPSS Lîseyê tercihan bikin.

Karûbarên tercihê di 7ê tebaxê da dest pê dikin

Namzed ew ê tercihên xwe di navbera 7 û 21ê tebaxê da li gor rêgeza rêbera tercihan û li ser malpera înternetê ya OSYMyê bi nimareya nasnameyê û şîfreya xwe bikin.

Lîsteyên tercihê yên ji dest wein dayîn an jî bi posteyê bişînin OSYM û Wezareta Tendursitiyê ew ê neyên qebûlkirin.

Kesên ku dixwazin ji bo odyolog, perfuzyonîst, terapistiya ziman û axaftinê û fizîka tenduristiyê serî lê bixin û di qada xwe da lîsansa bilind an doxtora kirine dibê hetanî 19ê tebaxê saet 17.00an wekî şexsî serî li Serokatiya Daîreya Îstixdama Personelên Dewletê ya Serokatiya Personelên Dewletê bixin.

Kesên ku nikarin şexsî serî lê bixin jî dikarin daxwaznameya li ser malpera Serokatiya Pesonelên Dewletê tijî bikin û belgeyên tên xwestin pêva bikin û bi şertê îade û teehhudê bi posteyê bişînin serokatiyê. Daxwaznameyên hetanî 19ê tebaxê negihêjin saziyê ew ê neyên qebûlkirin.

Kesên xêncî pozisyonên odyolog, perfuzyonîst, terapistiya ziman û axaftinê û fizîka tenduristiyê serî lê dixin nikarin şexsî herin serîlêdanê bikin.

Kesên ku li gor danezanên Serokatiya Personelên Dewletê berê serîlêdana xwe kirine jî lazim nake ku carekê dîsa serî lê bixin.

6 hezar û 835 hemşîre

Ji 12 hezar kadroyên hatin eşkerekirin 6 hezar û 835ê wan ji bo hemşîretî, pîriktiya welindandinê û 3 hezar ji bo teknîkerî û teknisyeniya tenduristiyê hatin veqetandin.

Ast, şax û asta perwerdeyê ya ji bo personelên werin tayînkirin wiha ye:

UNWANBRANŞASTA PERWERDEYÊTEVAHÎ
Biyolog30 (Lîsans)30
Pêşketina Zarokan32 (Lîsans) 32
Terapistiya Ziman û Axaftinê 18 (Lîsans) 18
Diyetisyen160 (Lîsans) 160
Ebe1000 (Lîsans) 1000
Fizyoterapîst400 (Lîsans) 400
Hemşîre5000 (Lîsans) - 1183 (Lîse) 6835
Terapîstiya Kar û Meşxuliyetê (Ergoterapist)21 (Lîsans) 21
Odyolog82 (Lîsans) 82
Perfuzyonîst40 (Lîsans) 40
Psîkolog170 (Lîsans) 170
Personelê Tenduristiya Fizîkî22 (Lîsans) 22
Xebatkarê Civakî190 (Lîsans) 190
Teknîkerê TenduristiyêTipa Edlî20 (Pêşlîsans) 20
Teknîkerê Tenduristiyê Tenduristiya Dev û Diranan109 (Pêşlîsans) 109
Teknîkerê Tenduristiyê Emeliyat73 (Pêşlîsans) 73
Teknîkerê Tenduristiyê Anestezî192 (Pêşlîsans) 192
Teknîkerê Tenduristiyê Tenduristiya Derûdorê68 (Pêşlîsans) 68
Teknîkerê Tenduristiyê Proteza Diranan74 (Pêşlîsans) 74
Teknîkerê Tenduristiyê Diyaliz85 (Pêşlîsans) 85
Teknîkerê Tenduristiyê Eczaxane95 (Pêşlîsans) 95
Teknîkerê Tenduristiyê Elektronorofizyolojî 23 (Pêşlîsans) 23
Teknîkerê Tenduristiyê Xwedîkirina Li Malê82 (Pêşlîsans) 82
Teknîkerê Tenduristiyê Fizîk Tedawî70 (Pêşlîsans) 70
Teknîkerê Tenduristiyê Alîkariya Acil807 (Pêşlîsans) 807
Teknîkerê Tenduristiyê Terapiya Kar û Meşxuliyetê12 (Pêşlîsans) 12
Teknîkerê Tenduristiyê Laboratuwar 181 (Pêşlîsans) 181
Teknîkerê Tenduristiyê Odyometrî71 (Pêşlîsans) 71
Teknîkerê Tenduristiyê Ortopedî66 (Pêşlîsans) 66
Teknîkerê Tenduristiyê Patolojîk Anatomî33 (Pêşlîsans) 33
Teknîkerê Tenduristiyê Radyoterapî25 (Pêşlîsans) 25
Teknîkerê Tenduristiyê Rontgen237 (Pêşlîsans) 237
Teknîkerê Tenduristiyê Sekreteriya Tibî264 (Pêşlîsans) 264
Teknîkerê Tenduristiyê Xwedîkirina Kal û Pîran5 (Lîse) 5
Teknîsyenê Tenduristiyê Anestezî34 (Lîse) 34
Teknîsyenê Tenduristiyê Tenduristiya Derûdorê15 (Lîse) 15
Teknîsyenê Tenduristiyê Proteza Diranan12 (Lîse) 12
Teknîsyenê Tenduristiyê Alîkariya Acil 193 (Lîse) 193
Teknîsyenê Tenduristiyê Laboratuwar 32 (Lîse) 32
Teknîsyenê Tenduristiyê Rontgen57 (Lîse) 57
Teknîsyenê Tenduristiyê Sekreteriya Tibî 65 (Lîse) 65

TEVAHÎ 7165 (Lîsans) 2592 (Pêşlîsans) 2243 (Lîse)

TEVAHÎ: 12000

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın