Ukrayna: Di rojekê da ji ber êrîşên Rûsyayê 4 zarok hatin kuştin
Kiev
Li Ukraynayê di rojekê da ji ber êrîşên artêşa Rûsyayê 4 zarok hatin kuştin, hejmara zarokên ku ji destpêka şer heta niha hatine kuştin gihîşt 238an.
Serdozgeriya Ukraynayê daxuyand artêşa Ûris êrîşî Çuguevskiya bajaroka Xarkîvê kir ku li vir keçikeke 11 salî, di êrîşa dijî Marîpulê da jî sê zarokên 14,15 û 17 salî hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji 24ê sibata ku şer dest pê kir û heta niha 238 zarok hatin kuştin, 433 zarok jî birîndar bûn.
Ji bilî vê hat gotin di êrîşên artêşa Rûsyayê da 1848 saziyên perwerdeyê zirar dîtin û ji van 173 bi tevahî hilweşiyan.