Tenduristî

'Şêrpençeya prostatê di nav mêran da zêde tê dîtin'

Di daxuyaniya Direktoriya Medîkal a Abdî Îbrahîm ya ji bo 15ê îlonê Roja Prostatê da hat diyarkirin ku bi kalbûnê prostat mezin dibe û meriv bi nexweşiya prostatê dikevin

Haydar Şahin  | 14.09.2019 - Rojanekırın : 14.09.2019
'Şêrpençeya prostatê di nav mêran da zêde tê dîtin'

Istanbul

Di daxuyaniya Direktoriya Medîkal a Abdî Îbrahîm ya ji bo 15ê îlonê Roja Prostatê da hat diyarkirin ku bi kalbûnê prostat mezin dibe û meriv bi nexweşiya prostatê dikevin.

Di daxuyaniyê da ji bo prostat û nexweşiyên prostatê da hişyarî hatin dayîn û wiha hat gotin: Li Tirkiyeyê şêrpençeya herî zêde di nav mêran da tê dîtin ya rêza duduyan şêrpençeya prostatê ye û di teqîbatê da meriv dikare zûka vê tesbît bike."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku prostat parçeyekê kîsika sîstema mûzê yê mêran e û wiha hat gotin:

"Prostata tendurist qasî guzekî ye û kêmzêde 10-20 milîqram tê. Kîsika prostatê baş an nebaş mezin dibe û li dinyayê di gelek kesan da tê dîtin. Serjimar kal dibe û şêrpençeya prostatê zêde tê dîtin. Kîsikê prostatê mezin dibe û pêşiya rêya mîzê dibire. Dema zêde li ser hevderkevin derva, mîza merivan di merivan da here, kêm kêm bimîzin ev nîşan dide ku prostat mezin dibe."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor daneyên Daîreya Şêrpençeyê ya Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyeyê şêrpençeya prostatê di nav mêran da zehf tê dîtin û di rêza 2yan da cî digire, her sal di nav 100 hezar mêrî da 39 kes bi şêrpençeya prostatê dikevin.

Îltihaba prostatê di her salî da tê dîtin

Di daxuyaniyêda hat gotin ku sedema teqez a îltihabê nayê zanîn lêbelê dema emr pêşda diçe rîsk zêde dibe, kesên ku eqrebeyên wan ên nêz bi şêrpençeya prostatê ketinê zêdetir di rîskê da ne.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku di nexweşiyên prostatê da li gor sedeman biryara dermankirinê tê dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın