Tenduristî

Li Almanyayê ji bo Emîneya biçûk çalakiya bexşandina hucreya rehê

Li Berlînê di 3yê Cotmehê da ji bo Emîneya 7 salî ya ku nexweşiya granûlomatoza kronîk pê ra heye wê çalakiya bexşandina hucreya rehê bê kirin

Türkan Tosun  | 23.09.2019 - Rojanekırın : 24.09.2019
Li Almanyayê ji bo Emîneya biçûk çalakiya bexşandina hucreya rehê

Berlin

Li Berlîna paytextê Almanyayê Abdullah û Ayşe E. ji bo qîza xwe Emîneya (7) ku nexweş e wê çalakiyekê li dar bixin ku hucreya rehê peyda bikin.

Bav Abdullah E. ji çapemeniyê ra daxuyand nexweşiya qîza wê granûlomatoza kronîk e û hema bi enfeksiyoneke biçûk va jiyana Emîneyê dikeve talûkeyê.

Abdullah E. got 4 sal berê ewladekî wan ê 2 salî jî ji ber vê nexweşiyê miriye û ew naxwazin dîsa heman êşê bikşînin.

Abdullah E. anî ziman doxtor dibêjin ji bo tedawiya vê nexweşiyê hucreya rehê ya ku hewce dike zêdetir di kesên ji Tirkiye û wê erdnigariyê tên da heye û wiha dewam kir: "Ji ber wê ez bangî her kesî dikim ku bila beşdarî vê çalakiya bexşandinê bibin. Xwedê ji her kesê ku piştgiriyê dide vê mijarê razî be."

Çalakiya bexşandinê wê di 3yê cotmehê da bi saeta herêmî di navbera saet 11.00-15.00an da li dibistana An der Packwîschê ya Berlînê çêbibe.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.