Tenduristî

Ji bo jiyaneke tendurist raftîng kirin

Li Tunceliyê xebatkarên tenduristiyê ji bo ku balê bikşînin ser werziş û jiyana tendurist li Çemê Munzurê çalakiya raftîngê li dar xistin

Elif Orhan  | 11.09.2019 - Rojanekırın : 18.09.2019
Ji bo jiyaneke tendurist raftîng kirin

Tunceli

Li Tunceliyê komeke xebatkarên tenduristiyê ji bo ku balê bikşînin li ser werziş û tenduristiyê di Çemê Munzurê da raftîng kirin.

Çalakî ji hêla Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr va ji bo ku balê bikşînin li ser werziş û jiyana tendurist û di qanserê da teşxîsa nû hat lidarxistin, di çarçoveya çalakiyê da 40 xebatkarên tenduristiyê yên ku di bin banê saziyê da dixebitin li tanga Pîlvenkê ya rêbeja Tuncelî-Ovacikê hatin kêleka Çemê Munzurê.

Xebatkarên tenduristiyê dovîza li serê "Di qanserê da teşxîsa nû dikare jiyanê biparêze" vekirin û li botan siwar bûn û di çem da raftîng kirin.

Bi xêra çalakiya xebatkarên ku bi botan seranserê guzergeha 10 kîlomêtroyî çûn dîmenên rengîn derketin holê.

Midûrê Tenduristiyêyê Bajêr ê Tunceliyê Sercan Ozaydin daxuyanî da rojnamevanan û got ku bajar van salên dawîn bi veberhênanên hatin kirin ji bo werzişên avê û xwezayê bû bajareke marqe.

Ozaydin diyar kir pêşniyazî welatiyan dikin ku ji bo jiyaneke tenduristî werzişê bikin û got ku "Me ji bo ku em li bajarê xwe yê ku bi raftîngê navdar bûye di Hefteya Tenduristiya Gel da ji bo ku pêşaniyê bidin werzişê, piştgiriyê bidin jiyana tendurist, balê bikşînin serê bi 40 xebatkarên xwe va bi 6-7 botên tenduristiyê li Çemê Munzurê raftîng kir."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın