ANKARA - Yeşim Sert Karaaslan
Midûra Enstitûya Tenduristiya Gel ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Hîlal Ozcebe diyar kir ku li Tirkiyê ji sala 2001an û vir ve 3-9ê Îlonê Hefteya Tenduristiya Gel tê pîrozkirin. Ozcebe diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê mijara vê salê "Ji bo tendurustiyê em hereket bikin" diyar kiriye. Taqet û hereketên ku divê beden bike wek "aktîvîteyên fizîkî" tên binavkirin.
Ozcebe dest nîşan kir ku li cîhanê her sal 3.2 milyon kes ji ber ku hereketan nakin û nameşin dimirin. Ozcebe diyar kir ku meş, siwarbûna duçerxeyê, werzîş û tiştên din ji bo tenduristiya mirovan pir girîng e. Ev tişt mirovan ji nexweşiyên dil û tamaran, şekir, rovî, pençeşêra memikan û depresyonê diparêzin. Ji hêla din nahêle ku hestî bişkên û mirov kîloyê bigirin.
Prof. Dr. Ozcebe got ku divê mirov hereketan bike û ji bo vê gel hişyar bike.