17 Gulan 2016•Rojanekirin: 21 Gulan 2016
ANKARA
Serokê Komeleya Norolojiyê ya Tirkan Prof. Dr. Şerefnûr Ozturk got ku hat tespîtkirin ji sedî 69ê nexweşên ku cara ewil krîza dil derbas dikin û ji sedî 74ê kesên ku nexweşiya wan a koronera dil heye, tansiyonên wan pir bilind in.
Prof. Dr. Ozturk di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya bi minasebeta Roja Hîpertansiyonê ya Cihanî da destnîşan kir ku li dinê êdî rêjeya nexweşiyên demar û mêjî zêde bûye û hersal dibe sedema mirina zêdetir kesî.
Ozturk bal kişand ku li gorî daneyên dawîn ên Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyê eşkere bû ku bi rêjeya xwe ji sedî 40,3yê va nexweşiyên pergala geranê sedema yekemîn a mirinê ye, sedema sereke ya nexweşiyên demar û mêjî jî hîpertansiyon e.
Ozturk diyar kir dema ku tansiyona mezin ji 140 mmHg an jî tansiyona piçûk ji 90 mmHgê hevraztir be, hîpertansiyon rû dide û wiha xeberda:
"Hevrabûna hîpertansiyonê ya bi nexweşiyên dil û demar ra pir zêde ye ku divê mirov hişyar be. Hatiye tespîtkirin ji sedî 69ê nexweşên ku cara ewil krîza dil derbas dikin û ji sedî 74ê kesên ku nexweşiya wan a koronera dil heye, tansiyonên wan pir bilind in."
Ozturk wekî dawî destnîşan kir ku seba berjêrkirina rîska hîpertansiyonê divê 'xwe' bête kêmkirin.