Abdullah Tel
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
BÎNGOL
Ji ber berf û pûkê li Bîngolê hin rê hatin girtin û du nexweşên li gundê Kirkagil û navçeya Adakliyê ku mehsûr mabûn jî bi saya seferberiya ekîbên UMKE û tendûristiyê va sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr li gundê Kirkagil a ser navendê ye ji ber berf û pûkê rêya gund hatibû girtin û xeber hat ku Belkise Ozguven a 70 salî aciz e.
Li ser xebera ku malbatê dabû, ekîbên tenduristiyê li ambûlansa bipalet siwar bûn û ekîbên tenduristiyê û UMKEyê piştî hewl û xebatên zehmet xwe gihandin nexweşê. Piştî mudaxaleya ewil Ozguvenê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.
- Ji ber ku helîkoptêr neçû ekîp seferber bûn
Li navçeya Adakliya ku rêyên wê jî ji ber berf û pûkê hatine girtin xizmên Halîme Tuz ê ji ber qelb û qurçikan eyîmdar e xwestin ku bila helîkoptêr bê şandin.
Lê ji ber ku mesafeya dîtinê gelek kêm bû bi helîkoptêrê çûyîn mimkun nebû û anîna nexweş pêk nehat.
Qeymeqamtiya Adakliyê, Îdareya Taybet a Bajêr, ekîbên AFAD û rêbejê ji bo vekirina rê dest bi xebatê kirin.
Piştî ku rê hat vekirin jî ekîbên tendûristiyê û UMKEyê nexweşê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.