Arda Tûran ji Atletîco Madrîdê transferî Barcelonayê bû. Ev mijar di çapemeniya Îspanyayê de deng veda.
Rojnameyên Sporê yên Katalanê "Sport" û "El Mûndo Deportîvoyê" ji bo Arda Tûranê ku Barcelonayê ew bi 34 milyon awroyan transfer kir wiha nivîsî "Hat Transferkirin." Rojnameya Sportê diyar kir ku Lijneya Îdarî a Barcelonayê ji bo tarnsferiya Arda Tûran "rêbazeke xeyalî" dîtiye û heke serokê kulubê yê nû futbolvanê Tirk qebûl neke, dikare wî berî nîvê şeva 20ê tîrmehê bi 30,6 milyonan bide Atletîco Madrîdê. Ev made di peymanê de jî cih digre.
Di vê navê de hat diyarkirin ku Neymar (86 milyon awro), Lûîs Sûarez (81 milyon awro), Îbrahîmovîc (49,5 milyon awro), Davîd Vîlla (40 milyon awro), Alexîs Sanchez (37,5 milyon awro) û Marc Overmans (36 milyon awro) hatibû transfekirin û Arda Tûranê ku bi 34 milyon awroyan hat transferkirin di rêza 7emîn a futbolvanên herî biha hatin transferkirin de cih digre.
Hat diyarkirin ku Arda Tûranê ku bi Barcelonayê re ji bo 5 salan peyman îmze kir dê serê sezonê 4 milyon awro bistîne û ji bilî vê jî dê li gor serkeftinê îkramiye jî bigre.
El Paîs wiha manşet nivîsî "ji bo Arda Tûran, bi şert gotin erê", Marca da "Tûran bi hewes."