Spor

Ji bo Arda Turan 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê

Fitbolîst Arda Turan ji ber ku bi stranbêj Berkay Şahîn ra şer kiribû ji 3 sûcên cuda bi tevahî 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê xwar, eşkerekirina hikûm wê paşê bê kirin

Elif Orhan  | 11.09.2019 - Rojanekırın : 12.09.2019
Ji bo Arda Turan 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê

Istanbul

Fitbolîst Arda Turan ji ber ku bi stranbêj Berkay Şahîn ra şer kiribû ji 3 sûcên cuda bi tgevahî 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê xwar, eşkerekirina hikûm wê paşê bê kirin.

Bersûc-miştekî Berkay Şahîn û parêzerê wî beşdarî rûniştna li Mehkemeya Cezayê Esliye ya 41emîn a li Stenbolê bûn. Bersûc-miştekî Arda Turan beşdarî rûniştinê nebû lê parêzerê wî amade bû.

Mehkemeyê gotinên wan ên dawîn pirsî û biryar da ku ji ber sûcê "heqaretê" ceza nedin bersûc Berkay Şahîn.

Mehkemeyê ji bo bersûc Arda Turan jî ji sûcê "tacîza cinsî" biryara bereatê da, ji sûcên "li ba xwe gerandina çeka bêruxset" 10 meh, "guleberdana bi awayekî ku dibe sedema tirs û rageşiyê" 10 meh û ji sûcê "birîndarkirina qesdî" salek û 15 roj bi tevahî 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê da.

Mehkemeyê da ber çavan ku bersûc Turan berê ji ber sûcekî bi qesdî nebûye mehkûm û biryar da ku hikmên cezayên hatin dayîn paşê cuda cuda bên eşkerekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.