Haydar Şahin
24 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2020
Pêşbaziyên gava 2yan a Şampiyonaya Raftîngê ya Tirkiyeyê ew ê li Hekariyê were lidarxistin.
Di daxuyaniya Wezareta Spor û Ciwaniyê da hat diyarkirin ku organîzasyoê sibê dest pê bike û di 30yê cotmehê da bi dawî bibe.
Gava 2yan a Şampiyonaya Raftîngê ya Tirkiyeyê ya ku bi destê Wezareta Spor û Ciwaniyê, Walîtiya Hekariyê, Şaredariya Hekariyê û Federasyona Raftîngê ya Tirkiyeyê tê lidarxistin li ew ê li Çemê Zapê ya li herêma Depinê were kirin.
Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê jî ew ê şampiyonayê temaşe bike.
Hekariyê bi diruşmeya "Li Hekariyê jiyan heye, were bijî" va cara ewil ji organîzasyonê ra malxweyîtiyê bike û ji 400î zêdetir pêşbazî ra mazûvaniyê bike.
Etaba ewil a şampiyonayê di 7-11ê cotmehê da li Çemê Xaburê yê li Betuşebaba navçeya Şirnexê hatibû kirin.