Önder Beyter
17 Nîsan 2019•Rojanekirin: 24 Nîsan 2019
Li Hekariyê ku hezar û 720 metre ji sewiyeya behrê bilindtir e, di hewzê nîvolîmpîk ê Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê da ajnevanên siberojê tên perwerdekirin.
Kompleksa werzişê ku qeredera 5 salan berê bi destê Wezareta Ciwanî û Werzişê li Taxa Pehlivanê hat çêkirin, bi xêra salona werzişê ku kapasîteya wê hezar û 500 kes e, navenda ciwaniyê ya pirarmanc, 3 salonên rahênanê, hewzê ajneyê yê nîvolîmpîk ku 500 temaşevan kapasîteya wê heye û herwiha qadên serbest ên ji bo werzişên cur be cur hatine terxankirin va li bajêr eleqeya ji bo werzişê zêde bû.
Li vê derê gelek zarok û ciwanan xwe qeydî qursên fitbol, basketbol, voleybol, kick boks, muay thai, gulaş, tenîsa maseyê û badmintonê kirin û bi perwerdeya ku distînin va xwe ji bo siberojê amade dikin.
Herwiha di çarçoveya projeya "Bira kesê ku ajneyê nizane nemîne" da ji bo xwendekarên pola 3yemîn û 4emîn qursa ajneyê hat vekirin. Zarok jî li bajarê ku behr lê tuneye, fêrî ajneyê dibin û herwiha ji ber vê çendê gelekî bextewar in jî.
Midûrê Ciwanî û Werzişê yê Parêzgehê Reşit Guldal di daxuyaniya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew di çarçoveya projeya "Bira kesê ku bi ajneyê nizane nemîne" ku bi pêşengtiya Wezareta Ciwanî û Werzişê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî tê lidarxistin da perwerdeya ajneyê didin zarokan.
Guldal wiha xeberda, "Em her serdemê 4 seans perwerdeyê didin. Em ê ajneyê fêrî ji 2 hezarî zêdetir zarokî bikin. Danê sibê 2 seans, danê nîvro 2 seans. Ev proje ji bo xwendekarên pola 3yemîn û 4emîn e. Herwiha armanca me ew e ku em çend sal şûnda di warê ajneyê da werzişvanan bişînin tîma neteweyî. Înşelah em ê di vê armanca xwe da bi ser bikevin."
Xwendekar Onder Ozdemîr jî diyar kir ku ew di hewz da fêrî ajneyê bû û herwiha fêrbûna ajneyê di heman demê da ji bo wî kêf e.
Filît Demîr jî diyar kir ku ew ji ajneyê hez dike û lewma jî ew dixwaza bibe ajnevanekî serkeftî.