Haydar Şahin
26 Îlon 2020•Rojanekirin: 27 Îlon 2020
Li Çemê Zapê yê li Hekariyê di çarçoveya "Hefteya Tevgeriyê ya Ewropayê" da çalakiya raftîngê hat lidarxistin.
Di çarçoveya "Hefteya Tevgeriyê ya Ewropayê" da di hîmayeya Wezareta Spor û Ciwaniyê da bi kordînasyona Federasyona Spora Ji Bo Her Kesî va di çalakiya raftîngê da dîmenên xweşik û rengîn derketin holê.

Di çalakiya bi organîzasyona Midûriyeta Bajêr a Spor û Ciwaniyê hat lidarxistin da werzişkar li gundê Korîliyê kom bûn, li botên xwe siyar bûn û hetanî gundê Narliyê li ser ava Zapê raftîng kirin.
Di parkuran da ser pirayan bi alayan xemilandin û werzişkarên pêşbaz dema xwe bi kêfxweşî derbas kirin.