Diyarbakir
Kupaya Payîzê Zerzevan Cup a ku li Diyarbekirê hat lidarxistin piştî pêşbirkên fînalê qediya.
Di çarçoveya turnuvaya ku ji hêla Federasyona Tenîsê ya Tirkuyeyê va bi mazûvantiya Zanîngeha Dîcleyê hat organîzekirin û di 21ê cotmehê da dest pê kir da pêşbirkên fînalê bi pêşka ku Mehmet Kiliçê Qaymeqamê Hezroyê avêt, dest pê kir.
Piştî pêşbirkên fînalê yên ku Alîkarê Walî Îlyas Ozturk, Midûrê Werziş û Ciwaniyê yê Bajêr Cenk Oztekîn jî temaşe kirin di mêrên tek da Mert Nacî Turker, di mêrên cot da Bora Şenturk û Alper Guler, di jinên tek da Melîs sezer di jinên cot da jî Melîs Sezer û Sude Ulueren bûn şampiyon.
Turnuvaya ku ji 22 bajarên cuda 84 mêr, 53 jinên werzişvan beşdar bûn da piştî 4 pêşbirkên fînalê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
