İbrahim Atmaca
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Li Samsunê di Olimpiyatên Kêmendamên Bihîstinê yên 2017an da ji gulaşgirên millî Ercan Gor di şaxa gulaşê serbest da bû sêyemîn û madalyona bronz qezenc kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê hat dayîn, hat bibîrxistin ku di Olimpiyatên Kêmendamên Bihîstinê yên 2017an da ji werzişvanên erziromî jodokar Erkan Esenboga du zêr, karetevan Volkan Kardeşler jî madalyona bronz qezenc kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di organîzasyonê da Ercan Gor di gulaşa serbest da bû sêyemîn û madalyona bronz qezenc kir û wiha hat gotin: "Di olimpiyatan da Ercan Gor di branşa gulaşê da bû sêyemînê olimpiyatê. Li bajarê me û kulûba me bi xêr be."