Atletîco Madrid di heftêya borî de bi Atletîc Bîlbaoyê re hat hemberî hev û pêşbirkê 1-0 qezenc kir. Di pêşbirka deplasmanê de jî rewş neguherî û Atletîco Madridê, Atletîc Bîlbao 2-1 têk bir û derket nîv fînalê û bû dijberê Real Madrîdê.
Real Madrîdê jî di pêşbirka dawîn de Espanyolê têk bir û derket nîv fînalê. Piştî encama pêşbirka di navbera Atletîco Madridê û Atletîc Bîlbao yê de tîma ku bi ser keta dê bibûya dijberê Real Madrîdê. Di encamê de tîma Atletîco Madrîdê dijberê xwe têk bir û bi ser ket.