İbrahim Atmaca
31 Tebax 2020•Rojanekirin: 01 Îlon 2020
Di tûra seridandinê ya 2yem a Lîga Ewropayê ya UEFAyê da Neftçîya tîma Azerbeycanê bû reqîbê Galatasarayê.
Li navenda UEFAyê ya li Nyona bajarê Swîsreyê ji bo Tûra Seridandinê ya 3yem a Lîga Şampiyonên UEFAyê û Tûra Seridandinê ya 2yem a Lîga Ewropayê ya UEFAyê peşk hat avêtin.
Di peşkavêtinê da Galatasaray û Neftçîya tîma Azerbeycanê bûn reqîbê hev.
Di tûrê da tenê pêşbirkek heye û pêşbirk jî wê di 17ê îlonê da li Azerbeycanê were lîstin.