Haydar Şahin
08 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Medîpol Başakşehira şampiyona dawîn xebatên xwe yên ji bo gogvanê milê çepê didomîne, di vê çarçoveyê da amadehiyan dike ku Nacer Chadliyê gogvanê ji Belçikayê yê ji eslê xwe ji Fasê ye tevlî kadroya xwe bike.
Li gor agahiyên ji rayedarên kulubê hatin sitandin, gogvanê 31 salî ew ê îro were Stenbolê.
Li bendê ne ku Chadliyê were Stenbolê ji kontrola tenduristiyê derbas bikin û paşê jî peymana ji bo 2 salan îmze bikin.
Chadliyê li milê çepê dilîze di karîyera xwe da taximên wekî Twente, Tottenham, Monaco û Anderlechtê da lîstibû.