İbrahim Atmaca
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
XEZE
Artêşa Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser hin herêmên li başûrê Xezeyê.
Li ser hesabê fermî yê Twîtterê yê artêşa Îsraîlê wiha hat gotin: "Piştî roketa ku ji Xezeyê hat avêtin û şûnda, wek bersiv balafirên şer ên artêşa Îsraîlê êrîşî hedefên terorê kir."
Di daxuyaniyê da li ser êrîşê agahiya hûrgilî nehat dayîn.
Çavkaniyên herêmî yên Xezeyê jî piştrast kirin ku qismekî başûrê herêmê û hin cihên bajêr hatin bombebarankirin.
Li gor daxuyaniya ku artêşa Îsraîlê beriya vê daxuyaniyê dabû jî, ji Xeta Xezeyê roket avêtin Beer Şevaya li başûrê Îsraîlê.
Li ser geşedanan hê ji tu rayedarekî Xezeyê daxuyanî nehatiye dayîn.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman duh daxuyanî dabû û gotibû ku ew ê roja çarşemê ji kabîneya ewlehî û karên siyasî ya Îsraîlê ra plana êrîşeke berfireh a li ser Xezeyê pêşkêş bike.