19 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Xelkê Durumluya Diyarbekirê, endamên rêxistina terorê PKKyê nehewandibûn û di têkoşîna digel wan da PKKyiyan kamyona 15 ton teqemenî barkirî teqandibûn û bibûn sedema mirina hin ji xelkê gund. Di yekemîn Roja Bavan a piştî qetlîamê da 36 êtîmên ku destê wan ji bavê wan bûn, baskşkestî ne.
Li Durumluyê zarokên ku bavên wan di qetlîama 12ê Gulanê da hatin kuştin, hêvîşikestî pêşwazî li Roja Bavan kirin.
Sedanûr Yakarê ku di qetlîamê da bavê wê Seyîthan Yakar jî miribû, daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir cara yekê ye ku Roja Bavan bêyî bavê wê derbas dibe û ji ber hindê ew gelekî li ber xwe dikeve.
Yakarê diyar kir her ku wext dibihure, hesreta bavê wê kûrtir dibe û wiha xeberda, "Bavê min zivistana borî digel ku pêdiviya wî bi pêlavê hebû, ji xwe ra nesitand, seba min sol kirî. Li hemberî zaroyên xwe pir mihrîban bû. Ez gelekî bêriya wî dikim. Di Roja Bavan da dema ku me jê ra digot, 'Me ji te ra diyarî nestand' wî ji me ra 'Hûn diyariya herî mezin in ji bo min' digot."
- "Em bêriya hezkirina wî dikin"
Havva Yakara keça Orhan Yakar jî diyar kir ku zehf bêriya bavê xwe dike û got ku mirina bav zehf zor e.
Yakarê diyar kir ku bavê wê fedekariyên mezin kirine û wiha xeberda: "Ez zehf bêriya bavê xwe dikim. Xwezî bavê min sax bûya û li cem me bûya. Bavê me zehf ji zarokên xwe hez dikir û me jî zehf jê hez dikir. Beriya vê bûyerê ji min û xwîşk û birayên min ra pêlav kirîbû. Ji me ra yên baş û ji xwe ra yên erzan kiribû. Dixwest em kêfxweş û bextwar bin."
Yakarê destnîşan kir ku bi bavê xwe ra di televizyonê da li fitbolê temaşe dikirin û wiha axivî: "Bavê min Galatasarayê digirt, lê min taximeke din digirt û min li cem bavê xwe nedigot. Bavê min niha li vir nîne, lê dengê me diçe wî. Em bêriya hezkirina wî dikin."
-"Min pir beriya bavê xwe kiriye"
Leyla Yamana (16) keça Gerçek Yamanê ku di komkujiyê da mir jî wiha got: "Em pir ji bavê xwe hez dikin, me pir beriyê kiriye. Cihê hemû bavên ku mirine cinnet be. Roja hemû bavan pîroz be. Bavê min pir ji me ra baş bû. Min pir beriya bavê xwe kiriye."
- Komkujiya Durumliyê
Terorîstên PKKyî 15 ton teqemenî li kamyonê bar kirin û di şeva 12ê gulanê da ji Gênca navçeya Bîngolê anîn Yenîşehira navçeya Diyarbekirê taxa Tanişikê. Piştî ku gundî ji rewşê şikbar bûn û PKKyî û gundî bezîn hev û gundiyan gotin ku ew naxwazin wan hildin gundê xwe. Li ser vê kamyonê ajotin mezra Durumliyê û ferq kirin ku gundî wan teqîb dikin, kamyona teqemenî lê barkirî di têketina gund da teqandibûn. Di bûyerê da 16 kes miribûn, 23 kes birîndar bibûn û ji gelek navçeyên bajêr dengê teqînê hatibû bihîstin. Li cihê bûyerê çaleke ku beraya wê 20 mêtro ye û kûrahiya wê 4 mêtro ye çêbibû. Ji ber ku cesed perçe perçe bûn û li der û dorê belav bûn, tesbîtkirina nasnameya 13 kesan piştî testa DNAyê hatibû kifşkirin. Di êrîşa ku PKKê kir da 36 zarok êtîm man, 8 jin jî bî mabûn.