08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
İSTANBUL
Li Siltangaziya navçeya Stenbolê wesayîta ku Evliya Çalişkanê Dozgerê Komarê tê da bû hat guleberankirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, bi sîlahê êrîşî wesayîta ku Evliya Çalişkanê ji dozgerên Buroya Sûcên Organîze û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ye kirin. Di êrîşa ku hê nayê zanîn kê kir da 3 fîşeng li wesayîtê ketin, Dozger Çalişkan bê birîn ji êrîşê xilas bû.
Dibe ku êrîş ji wesayîteke di rê da an jî bi destê kesên li rexê rê hatibe kirin, li ser vê îhtimalê polêsan li der û dora rê lêkolîn kirin û wan deran geriyan.
Piştî bûyerê ji bo derdestkirina kes an kesên ku revîn xebat dan destpêkirin.
- Li lêpirsînên giring rêve dibirin
Evliya Çalişkan ku yek ji dozgerên Buroya Teror û Sûcên Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ye, di gelek lêpirsîn û dozên giring da wezîfe wergirt.
59 rûpel îdianameya ku dozger Çalişkan di çarçoveya 15ê Tîrmehê hewldana derbeya FETOyê da der heqê 29 polêsan da amade kir, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Stenbolê va hat qebûlkirin.
Çalişkanê ku di cinayeta Hrant Dînk û gelek lêpirsînên der heqê FETOyê da cî girt, di Dadgeha Cezayê Giran a 14emîn a Stenbolê ku li doza TIRên MÎTê mêze dike û herwiha Gerînendeyê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar jî di vê dozê da tê darizandin, dozgeriya rûniştinê kiribû.