08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî va Şaredarê Yenîşehîra Diyarbekirê Mehmet Selîm Kurbanoglu, Şaredarê Kayapinara Diyarbekirê Mehmet Alî Aydin û Şaredarê Çukurcaya Hekariyê Servet Tunç ku ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê" hatibûn girtin, ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku Qaymeqamê Navçeya Yenîşehîrê Mehmet Ozel wekî Cîgirê Şaredarê Yenîşehîrê, Qaymeqamê Navçeya Kayapinarê Mustafa Kiliç wekî Cîgirê Şaredarê Kayapinarê û Qaymeqamê Navçeya Çukurcayê Mehmet Mut jî wekî Cîgirê Şaredarê Çukurcayê hatin peywirdarkirin.