30 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Terorîstên PKKyî yên ku li Diyarbekirê bişev bi roketavêjan êrîşî noqteya polêsan kirin, yek jê hat kuştin, 2 jî hatin desteserkirin
Li gorî ahagiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, li navçeya Yenîşehîrê li ser rêya Elazigê terorîstan êrîşî wesayîta polêsan kirin û 2 polês birîndar bûn. Li ser vê ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê dest bi operasyonê kirin da ku terorîstên ku bazdan, desteser bikin.
Hêzên ewlekariyê tespît kirin ku terorîstan xwe spartin maleke li taxa Fabrîqeyê. Li ser gaziya "teslîm be" gule teqiyan û pevçûn derket.
Di operasyonê da terorîstek hat kuştin, 2 jî hatin desteserkirin.