16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Di çarçoveya lêpirsîna li ser êrîşa dijî AK Partiyiyan a li Sirûca navçeya Şanliurfayê da 19 kesên ku Îsmaîl Kaplanê namzedê parlementeriyê yê HDPyê jî di nav da ye hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê dimeşîne da ji bo 23 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.
Îsmaîl Kaplanê ku li Şanliurfayê di rêza 6an da namzedê parlementeriyê yê HDPyê ye ji ber ku di axaftina xwe ya Kurmancî da der heqê Îbrahîm Halîl Yildizê Parlementerê AK Partiyê hin tişt gotiye û 18 kesên di nav wan da rêvebirên HDP û DBPyê jî tev in hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku têkiliyan wan bi terorê ra heye.
Şikbar ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û birin Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê.
Îsmaîl Kaplanê namzedê HDPyê di dema xebatên hilbijartinê yên li Sirûcê da Kurmancî axivibû û di axaftina xwe da ji bo Îbrahîm Halîl Yildizê Parlementerê AK Partiyê gotibû, "Mêze kin hevalno, çi me diêşîne gelo dizanin? Helbet xayînên di nav me da. Ew Îdrîsê Bidlîsî... Me meclisa Tirkan a li Enqereyê ya 3yê gulana 2016an, Osman Baydemir û Îbrahîm Halîl Yildiz ji bîr nekir. Em ê îxaneta ewê Îdrîsê Bidlîsî di 24ê hezîranê da vegerînin serkeftinê."
Di wê dîroka ku Kaplan balê dikişîne û ji bo Îbrahîm Halîl Yildiz dibêje Îdrîsê Bidlîsî da Civîna Komisyona Qanûna Bingehîn a Meclisê hatibû kirin, di navbera palementerên Şanliurfayê yên HDP û AK Partiyê da rageşî derketibû.
Êrîşa li dijî AK Partiyiyan a pêr li Sirûcê hatibû kirin da kekê Îbrahîm Halîl Yildizê Parlementerê AK Partiyê jî tev 4 kes hatibûn kuştin û 8 kes jî birîndar bibûn.