09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
VAN
Çalakiya HDPyê ya li Diyarbekirê bi navê "Nobeta Edalet û Wijdanê" dest pê kir li Parka Aştiyê ya Musa Anter ya Wanê berdewam dike.
Çalakî do piştî civîna komê ya HDPyê li Wanê dest pê kir û Osman Baydemirê Parlementerê Şanliurfayê û Berdevkê HDPyê bi kurmancî daxuyaniya çapemeniyê da.
Baydemir destnîşan kir girtina parlementerên bi destê gel hatine hilbijartin dijî mafên mirovan e.
Piştî daxuyaniyê tevî Baydemir 9 parlementerên HDPyê li parkê dest bi çalakiyê kirin.
Wek mayîn polêsan li derdorê tevdîrên ewlehiyê hildan.