Abdullah Tel
02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
ŞIRNAK
Zozana Feraşînê ku bilindahiya wê 2 hezar û 625 metre ye û li ser Bêtşebaba navçeya Şirnexê piştî operasyonên serketî yên li dijî rêxistina terorê bû cihê hizûr û aramiyê.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan mizgînî dabû ku wê qedexeya li ser zozanan bê rakirin û li ser mizgîniyê qedexeya ser zozanên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku ji ber bûyerên terorê hebûn hat rakirin.
Xwediyên pez û dewaran ên ku ji ber operasyonên li dijî terorê û ewlehiyê nikaribûn biçin zozanan piştî demeke dirêj dîsa dest bi çûyîna zozanan kirin.
Ji zozanên ku herî zêde milet berê xwe didê yek jî Zozanê Feraşînê ya di navbera sînorê Şirnex, Hekarî û Wanê da ye. Xwediyên pez û dewaran piştî rakirina qedexeyê kêf kirin û heywanên xwe derxistin zozanên xweş, hêşîn û diçêrînin.
Niha li Zozanê Feraşînê dengê berx, mêşin û çivîkan bilind dibe.
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî operasyonên li dijî terorê hizûr û aramî li çêregeh, deşt û zozanan bi cih bû û wiha pê da çû: "Welatiyên me wê êdî bikaribin ji zozanan îstifade bikin. Ber bi zozanan va çûyîn ji ber operasyonên dijî terorê û bi armanca welatî zirarê nebînin, hatibûn qedexekirin."
Zozana Feraşînê êdî "cihê hizûrê" ye
Zozana Feraşînê ku bilindahiya wê 2 hezar û 625 metre ye û li ser Bêtşebaba navçeya Şirnexê piştî operasyonên serketî yên li dijî rêxistina terorê bû cihê hizûr û aramiyê. ( Ömer Yasin Ergin - Anadolu Agency )
02.06.2018 Ömer Yasin Ergin
1 / 18
Midûrê Midûriyeta Bajêr a Xurek Çandinî û Heywandariyê Bekîr Kiliç jî got ku li Şirnexê ji bo xwedîkirina pez potansiyeleke baş heye û got ku ew girîngiyê didin mêrg û çêregehan.
Arîf Burakê 78 salî yê 3 zarokên wî hene û bi malbatî heywandariyê dikin ku derketiye Zozanan Feraşînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Di salên 1990î da ev der gund bû û bi qasî 50 mal hebûn. Piştî bûyerên terorê hemû mal û xanî xerabûn û em jî çûn bajêr. Li vê derê serê her malê bi qasî 400-500 pez hebû û me debara xwe bi wan dikir."
Burak destnîşan kir ku wan jî rakirina qedexeyê ya îsal ket rewacê îstifade kir û derketin zozanan.
Şêniyên li Zozanên Feraşînê ji ber kêmasiyên wek rê, ragihandin, ceyran û her wekî din li benda alîkariya rayedaran e.