Türkan Tosun
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 13 Mijdar 2018
HATAY
Amîr Karsayê 8 salî yê ku li Gutaya Rojhilat a Sûriyeyê ji ber êrîşên rejima Esed çavên wî nabinîn ji hêla rayedarên Tirkiyeyê va wê bê tedawîkirin.
Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr û rayedarên Hîva Sor a Tirkiyeyê ji bo tedawiya Amîr Karsa dest bi xebatan kirin.
Rayedar çûn mala Karsa ya li Reyhanliya navçeya Hatayê û der barê tenduristiya wî da ji malbatê agahî hildan.
Ji bo muayene û tedawiya çavên wî rayedaran ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê.
Xebatkarên Hîva Sor pêlîstok diyariyên wî kirin.
Kadîr Akgunduzê Kordînatorê Qada Sûriyeyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema nûçeya Amîr Karsa ya ku Ajansa Anadoluyê çêkiriye li ser medyaya civakî hatiye belavkirin haya wan ji wî çêbûye.
Akgunduz got Karsa wê bê tedawîkirin û wiha axivî: "Em tedawiya wî ji nêz va dişopînin. Hîva Sor hemû berpirsyarî hilda li stûyê xwe."
Qamer Envera dayika Amîr jî got ew dixwaze ewladê wê baş bibe û wiha axivî: "Alîkariya ewladê min dikin. Xwedê ji hemûyan razî be. Em pir kêfxweş in."