18 Tebax 2016•Rojanekirin: 19 Tebax 2016
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: "Yên ku nikaribûn bi êrîşên terorê, bi rêxistina terorê ya ku jê re dibêjin FETO, bi vî mirovê dîn û xwedî baweriyeke pûç û çeteya li der û dora wî ve xwestin rê li ber Tirkiyeyê bigrin, wê niha hewl bidin ku bi rêxistinên terorê yên din ve rê li ber Tirkiyeyê bigrin. Hêza tu kesî wê têrê neke, hêza hişmendiya yên ku li pişt wan e jî wê têrê neke."
"Di siyaseta pirdengiya 66 salî de 5 caran bi derbeyan ve rê li ber demokrasiya Tirkiyeyê hatiye girtin. Herî kêm 7 û 8 caran hewldanên derbeyê yên ku bi ser neketine ve xwestine ku rê li ber Tirkiyeyê bigrin. Demokrasiya Tirkiyeyê û gelê tirk a ku xwedî demokrasiyê derdikevin ji hemû dostên xwe, kesên ku dibêjin ew dostên Tirkiyeyê ne dixwazin ku li hember derbeyê bila tevgereke eşkere nîşan bidin. Mixabin yên ku vê tevgerê nîşan nadin, qet nebe mecbur in ku ji vir şûn de piştgiriya gelê tirk bikin."