Fatih Gazioğlu
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 11 Gulan 2018
VAN
Komek xwendekar di çarçoveya projeya "Xwendekar Behra Wanê Dibînin" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hat organîzekirin da, li Girava Akdamarê geriyan.
Tîmên şaredariyê bi wesayîtan xwendekar ji mektebên wan hildan û birin bendergeha navçeya Edremîtê.
Xwendekar digel mamosteyên xwe li bendergehê li keştiyê siwarbûn biqasî saetekê li ser Behra Wanê geriyan û ji wir jî derbasî Girava Akdamarê bûn.
Xwendekaran li vê derê bêhnek geriyan û wêneyên dêra dîrokî kişandin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Fazil Tamer daxuyaniyek da û got ku wan ciwanên li gundan dimînin hilbijartin. Tamer ragiand ku wan li ser telîmata Murat Zorluogluyê Walî û Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ev proje amede kir û wiha pê de çû: "Me bi navê 'tûra şîn' ev organîze kir. Bi saya vê tûrê gelek xwendekarên ku heta niha qet Behra Wanê nedîtibûn, dîtin. Me heta niha hezar û 500 xwendekar bir Girava Akdamarê û gerand. Ev xebatên me wê dewam bikin."
Ji xwendekaran Zerda Atukê got ku ew cara ewil e Girava Akdamarê dibîne û wiha axivî: "Em ji ber vê xebatê ji Walî re spas dikin. Gelek hevalên min ev cara ewile ku li keştiyê siwar dibin û giravê dibînin. Ev der gelekî xweş e û em kêfxweş bûn."