07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
ANKARA
Di Merasima Xelatên Medyaya Anadoluyê ya 2yan da xelata "Ajansa Xeberan a Salê" dan Anadolu Agencyê.
Merasima Xelatên Medyaya Anadoluyê ya 2yan a ku Komeleya Weşangeran a Anadoluyê li otêlekê li dar xist da 40 xelatên medyayê dan xwediyên wan.
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr, Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî Mehmet Muezzînoglu, Ahmet Sorgun, Hayatî Yazici, Oznur Çalik, Çîgdem Karaaslan, Cevdet Yilmaz û Fatîh Şahînê Alîkarên Serokê Gişkî yên AK Partiyê, Yalçin Topçuyê Şêwirmendê Serokomar, Mevlut Karakayayê Alîkarê Serokê Gişkî yê MHPê, Serokê Gişkî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, hin parlementer, nûnerên medyayê, rojnamevan û hûnermend beşdarî merasimê bûn.
Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî Mehmet Muezzînoglu di merasimê da axivî û diyar kir ku di şeva 15ê Tîrmehê da baş hat fehmkirin ku medyaya Anadoluyê çiqasî girîng e
Muezzînoglu diyar kir ku medya ji bo pêşeroja welêt zehf girîng e û wiha got: "Helwesta medyaya Anadoluyê helwesta neteweyî ya vî gelî ye. Helwesta serxwebûn û demokrasiya vî gelî ye."
Muezzînoglu hemû mensûbên medyayê ku di merasimê da xelat girtin pîroz kir û wiha got: "Wê pêşeroja medyaya Anadoluyê di pêşerojê da bihêztir be."
Di merasimê da xelata "Ajansa Nûçeyan a Salê" dan AAyê. Çîgdem Karaaslana Alîkara Serokê Giştî ya AK Partiyê di merasimê da xelatê pêşkêşî Esra Kîreçciya Dîrektora Ragihandinê ya AAyê kir û destnîşan kir ku di hewla derbeyê ya FETOyê ya 15ê Tîrmehê da helwesta medyaya neteweyî û Anadoluyê helwesteke neteweyî bû.
Kîreçciyê diyar kir ku gelek kêfxweş in ku xelateke wiha wergirtine û wiha xeberda: "Saziya me 96 sal berê ji bo dengê Anadoluyê bigihîne dinyayê hatiye avakirin. Em bi serfirazî dibêjin ku îro jî bi heman hişmendiyê em tevdigerin û dixebitin."
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Çalik diyar kir ku Tirkiye ji merheleyeke pir girîng derbas bû û medyaya Tirkiyeyê jî di vê pêvajoyê da mayê ji dest hat kir û wiha pê da çû: "Ez ji hemû mensûbên medyaya tirk a ku nîşan dan alîgirên demokrasiyê, bi nivîsên xwe alîgirên milet in ra ji dil û can spas dikim."
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Şahîn jî bal kişand ser rewş û pêşveçûna medyaya herêmî û got ku di mijarên girîng ên civakî da medyaya herêmî barê dikeve ser mil bi layiqî hiltîne.
Di merasimê da xelatên ji bo rojname, rojnameger, qanalên televizyonê, televizyonger, bernameyên nûçeyan, rêzefîlm û lîstikvanên rêzefîlman ên salê yên herî baş hatin teqdîmkirin.
Ji bilî vê di merasimê da Xelata 15 Tîrmehê Erol Olçak dan Hande Firat a ku wek "Rojnamegera Salê" hat hilbijartin û xelatên taybet ên 15 Tîrmehê Omer Halîsdemir jî dan Altaş Tv, Aksu Tv, Kanal 16 û TV1ê.