20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal got, "Serîlêxistinên ji bo deynan zêde dibin. Hetanî 19ê cotmehê 3 milyon û 980 hezar û 450 kesî serî lê xist. Di vê çarçoveyê da 32 milyar û 727 milyon û 948 hezar deyn ji nûva hatiye çêkirin. Li gor min ev reqema roj bi roj ewê zêde be."
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal: "Di sala 2017an da em êm ê bibînin ku rêjeyên pêşketinê zêde bûn, enflasyon kêm bû, kêmasiya carî di asteke ku were domandin da maye. Ji her tiştî girîngtir ew e ku sala 2017an wê bi taybetî ji bo pêvajoya 2023yan lezeke nû ya erênî bide destpêkirin. Înşallah sala 2017an wê bibe saleke baştir. Heke şertên aboriyê yên kurewî baştir bibe, piştî ku rîskên jeopolîtîk li herêmê kêm bibin û hin mijar zelal bibin, him bazirganiya derva û him jî sermaye wê aboriya Tirkiyeyê di sala 2017an de bigîhîne asteke baş."
Nacî Agbalê Wezîrê Darayiyê: "Em ê qederê 60 hezar personelên teze hildin kamuyê. Em ê wisa bikin ku di sala 2017an da kar raneweste û xizmêtên kamuyê berdewam bikin."