18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
MUŞ
Li Malazgirta navçeya Mûşê, Midûriyeta Ewlehiyê û Fermandariya Cendermeyan bi hev ra ji bo terorîstên ku divê bên girtin afîşên wêne û agahî li serê hene amadekirin û bi gelek deran va kirin.
Di afîşên li serê siloganên wek "Em hemû bi hev ra ji terorê ra bibêjin bisekine", "Terorîstan îxbar bike, piştgiriyê bide hizûr û ewlehiyê" hatibûn nivîsandin da der barê kesên lê digerin da jî agahî hene.
Ewlehiyê der barê kesên li wan digerin da ji bo qefaltina wan çiqas xelat bê dayîn jî bi cih kir.
Ji welatiyan hat xwestin ku bila têlefonê xeta "Elo 140"î bikin û ew terorîstên ku di afîşan da cih digirin şikayet bikin ji bo qefaltina wan piştgiriyê bidin. Hat gotin ku kî/kê gilî bike navê wî veşarî dimîne û wê li tu derekê neyê eşkerekirin.
Ji bo qefaltina serê terorîstên ku di afîşê da cih digirin wê di navbera 200 hezar û milyonek lîreyî da pereyê xelatê bidin kesê ewan îxbar bike.