Tirkiye

Welatî li ser sifreya "Sêrt"ê hatin cem hev

Li Sêrtê welatî li ser sifreya ku nivîsa "Sêrt"ê hat pêkanîn rûniştin û fitara xwe vekirin

Önder Beyter  | 21.05.2018 - Rojanekırın : 22.05.2018
Welatî li ser sifreya "Sêrt"ê hatin cem hev

Siirt

SÎÎRT

Li Sêrtê welatî li ser sifreya ku nivîsa "Sêrt"ê hat pêkanîn a Şaredariya Sêrtê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê cîgirşaredar hat peywirdarkirin, rûniştin û fitara xwe vekirin.

Şaredariyê bi alîkariya xêrxwazekî va li Qada Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê sifreya fitarê daynî. Herwiha ligel Cîgirşaredar Ceyuhn Dilşad Taşkin, Serdozgerê Komarê yê Sêrtê Îbrahîm Cansever, Serokê Komîsyona Edaletê Omer Faruk Kaymaz, Serokê AK Partiyê yê Parêzgehê Fuat Ozgur Çalapkulu, welatiyan bi 4 cure xwarin û şêraniyê va fitara xwe vekirin.

Cîgirşaredar Taşkin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku welatiyan li ser sifreya ku bi şêweya nivîsa "Sêrt"ê va hat amadekirin, fitara xwe vekirin.

Taşkin bal kişand ku li bajêr meha remezanê bi coşeke mezin derbas dibe û wiha dewam kir, "Ji ber ku taleb zehf e, em her roj bi alîkariya xêrxwazan xwarina fitarê didin 2 hezar kesî."

Taşkin diyar kir ku ew hewl didin ku welatî li ser vê sifreyê rihet bin û wiha dewam kir:

"Meha remezanê geş û bi hev ra derbas dibe. Îşev hevalên me dema dirustkirina pergala maseyan da nivîsa Sêrtê pêk anîne. Li Qada Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê li ser nivîsa Sêrtê bi beşdariya welatiyên me yên ji hemû cêrgeyên civakê di aramiyê da em fitara xwe vedikin."

- Welatî ji xizmetên şaredariyê xweş in

Akîf Erdogan ku bû mêvanê sifreya şaredariyê, diyar kir ku herkes bi dilekî rihet dikare bibe mêvanê sifreya biratiyê.

Beşîr Kayran jî got ku li ser sifreya 2 hezar kesî, hestên mirov ên manewî şîn dibin. Kayran herwiha spasiya peywirdarên şaredariyê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.