Türkan Tosun
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî di roja ewil a hefteyê da warêla nefta Brent bi 74,64 dolarî tê firotin.
Warêla nefta brent roja înê bi 74,23 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 75,89 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla nefta brent bi 74,82 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.32yan pê va ji sedî 0,24 kêm bû û bû 74,64 dolar.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 70,45 dolarî hat firotin.
Libyayê daxuyandibû ewê car din di qada nefyê ya herî mezin hilberîna neftê bike û ji welêt car din neft wê bê îxrackirin. Pispor dibêjin ji ber ku Libyayê ev daxuyanî da bihayê neftê daket.
Ji bilî vê Rûsya û Iraqê jî dan zanîn ewê hilberîna neftê zêde bikin. Ev jî dibe sedem ku bihayê neftê kêm bibe.
Ji hêla din Serokê amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta rûsyayê Vladîmîr putîn wê îro li Helsînkiya paytextê Fînlandiyayê wê bên bal hev. Piyasayên neftê wê hevdîtina wan bişopîne.