Haydar Şahin
26 Tebax 2017•Rojanekirin: 27 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Exila navçeya Diyarbekirê ya ku gel bawer dike ku merzelê Zilkîfl û Elyesa pêxemberên ku navê wan di Qur'ana Pîroz da derbas dibe û 7 pêxemberên din lê ye bi Bendava Qralqizi, sarincên avê û dîroka xwe va bala tûrîstên xwecî û biyanî dikişîne.
Exila ku 52 kîlometreyê dûrî navenda Diyarbekirê ye û ji serdemên antîk hetanî nika ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye niha bi tûrîzma bawerî, tebîet û çandê va eleqeyeke mezin ziyaretvanan dibîne.
Wisa tê bawerkirin ku merzelê Nebî Harûnê Asefî, Nebî Xellak, Nebî Harut, Nebî Zinnûn, Nebî Xurmuz, Nebî Omer û Danyal û pêxemberên ku navê wan di Qur'ana pîroz da derbas dibin Zilkîfl û Elyesa li vê derê ne. Exil bi Bendava Qralqizi, sarincên avê û dîroka xwe va bala tûrîstên xwecî û biyanî dikişîne.
- "Exilê li herêmê bibe cineta tûrîzmê"
Qaymeqamê Exilê Kurşat Atak diyar kir ku herêma wan ji bo tûrîzmê xwedîderfet e û wiha pê da çû:
"Di heyama tûrîzmê da kêmzêde 150 hezar ziyaretvan tên navçeyê. Di pêşerojê da Exilê îi herêmê bibe cineta tûrîzmê. Xweşikahiyên tebîetê yên li navçeyê nebûne nesîbê tu ciyî. Merzelê pêxemberan li vê derê ne û perava bendavê zehf xweş e."