06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
ANKARA
Li çolbeyarên Beytşebaba Şirnexê li dijî rêxistina terorê ya cihêxwaz operasyona asmanî hat lidarxistin û komandoyan jî 3 terorîst kuştin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, piştî îstixbaretekê firokeyên TSKê, danê sibê li herêma Cevizagaciya Beytşebabê operasyon li dar xistin.
Firokeyan li herêmê sitargeh û zivingên rêxistina terora cihêxwaz bomberan kirin û vegeriyan baregehên xwe.
Ji aliyekî din va li heman herêmê hêzên 8emîn Fermandariya Komandoyên Cendirmeyê di pevçûnekê da 3 terorîst kuştin.
Herwiha li şûna terorîstan 3 keleşkof û 420 fîşekê wê, kamêrayeke termal û 6 bombeyên destan hatin desteserkirin.