Önder Beyter
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
TBMM
Serokê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci der heqê pêşnumaya eskeriya biberdêl da wiha got, "Ferqa vê biberdêlê ji yên din ew e ku vê carê 28 roj perwerdeya eskeriyê heye. Divê mirov ne wekî perwerdeya eskerî, lêbelê wekî perwerdeya teorîk li vê perwerdeyê binihêre. Di 28 roj pêvajoya perwerdeyê da mamosteyên pispor wê di warê eskerî, jiyana civakî, jeopolîtîk, dîrok û paşeroja Tirkiyeyê da perwerdeyê bidin."
Bostanci der heqê peywira Serokatiya Koma AK Partiyê, têkoşîna dijî terorê û pêşnumaya eskeriya biberdêl da daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Serokê Koma AK Partiyê Bostanci di bersiva xwe ya bo pirsa der heqê "pêşnumaya têkoşîna dijî terorê" da bal kişand ku Tirkiye demeke pir dirêj e ku bi li hemberî terorê têkoşînê dide.
Bostanci diyar kir ku Tirkiyeyê salên dirêj ji ser rêxistinê terorê yên ku tên zanîn, têkoşîna terorê meşand, lêbelê piştî 17-25ê Berfanbarê û bi taybetî jî piştî 15ê Tîrmehê bi rêxistina terorê FETOyê ra têdikoşe.
Serokê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci diyar kir ku pêşnumaya naborî di çarçoveya mantiqa têkoşîna dijî terorê da û herwiha li gorî berjewendiya aramî û ewlehiya gel hat amadekirin.
Herwiha Nacî Bostanci di mijara eskeriya biberdêl da jî bal kişand ku ferqa vê biberdêlê ji yên din ew e ku vê carê 28 roj perwerdeya eskeriyê heye û wha pê da çû:
"Divê mirov ne wekî perwerdeya eskerî, lêbelê wekî perwerdeya teorîk li vê perwerdeyê binihêre. Ji ber ku ji bo me wisa nîne ku mirov dema pereyê xwe da êdî mirov ji peywira eskeriyê xilas dibe. Di 28 roj pêvajoya perwerdeyê da mamosteyên pispor wê di warê eskerî, jiyana civakî, jeopolîtîk, dîrok û paşeroja Tirkiyeyê da perwerdeyê bidin."
Serokê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci diyar kir ku milyonek û 324 hezar kes dikevin çarçoveya eskeriya biberdêl û herwiha ew pêşbînî dikin ku ji van jî jê 400 hezar kes serî lê bide.