İbrahim Atmaca
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
VAN
Şaredariya Başkaleyê ku Wezareta Karên Navxweyî cigîrê şaredar lê tayîn kir, li navenda navçeyê qadeke 3 hezar mêtreqareyî paqij kir û kire meyadana bajêr.
Şaredariya Başkaleyê Projeya "Meydana Bajêr û Parka Panaromîk" amade kir û li navenda bajêr herêma ku berê wek qada sergoyê dihat xebitandin paqij kir û kir meydan.
Meydan ji 3 hezar mêtreqareyan pêk tê û tê da mînyatur û resimên xweşikahiyên siruştê yên navçeyê hene, li ser dîwarên ku bi meydanê va dixûyên resmên terikî hatin çêkirin, bankên rûniştinê danînê, tê da hewz hatiye çêkirin û lembeyên panaromîk hatine danîn.
Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Abdulselam Ozturk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan bi projeya "Meydana Bajêr û Parka Panaromîk" va pêdiviyeke girîng a navçeyê bi cih anî.
- "Maliyeta meydana me ya bajêr nêzî milyonek lire girt"
Ozturk diyar kir ku Başkale bi çand, dîrok û xweşikahiyên xwe yên siruştî va navçeyeke dewlemend e, bangî sektorên taybet kir ku li navçeyê veberhênanê bikin û ew ê piştgiriyê bidin veberhênanên ku wê werin kirin.
Ozturk wiha dewam kir:
"Maliyeta meydana me ya bajêr nêzî milyonek lire girt. Ev der berî niha qadeke sergoyê bû. Me bi tonan xafriyat derxist û meydanan ku 3 hezar mêtreqare ye, bi navçeya me da qezenckirin. Navçe û gelê me hejayî vê xizmetê ye. Ser xêrê be."