Polîtîka

"Em bi tenê li dijî rêxistinên terorê têdikoşin"

Wezîr Akar di Foruma Dohayê ya 19emîn ku li paytextê Qeterê Dohayê hat lidarxistin da axivî û bal kişand ku serdemeke ewlehiyê ya ne hevseng û ne pêşbînîkirî heye ku divê mirov gelekî baldar tevbigere.

Önder Beyter  | 15.12.2019 - Rojanekırın : 16.12.2019
 "Em bi tenê li dijî rêxistinên terorê têdikoşin"

Ankara

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir ku di têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî DEAŞ, PKK/YPG û hemû rêxistinên din ên terorê da tu guhertin tuneye û wiha got, "Pirsgirêkeke me bi Kurdan an jî tu komeke din a etnîkî ra tuneye. Em bi tenê li dijî rêxistinên terorê têdikoşin."

Wezîr Akar di Foruma Dohayê ya 19emîn ku li paytextê Qeterê Dohayê hat lidarxistin da axivî û bal kişand ku serdemeke ewlehiyê ya ne hevseng û ne pêşbînîkirî heye ku divê mirov gelekî baldar tevbigere.

Akar herwiha bal kişand ku ji xeynî gefên edetî, rîskên îlawe yên wekî "terorîzm, îdeolojiyên radîkal, dewletên têkçûyî, şerên taşeron, pevçûnên cemidî, koçên girseyî" rû dane û lewma jî aktor, faktor û rîskên ku tesîrê li geşedanên di qada peywendiyên navneteweyî da dikin, zêdetir bûne.

Akar bal kişand ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku serê wê ji ber terorîzmê gelek carî diêşe û bi salan e li dijî terorîzmê têdikoşe û wiha got, "Em bi gelek komên terorîst ên mezin ku rasterast gefê li me dixwin, rûbirû ne."

- "Em bi tenê li dijî rêxistinên terorê têdikoşin"

Akar diyar kir ku Herekata Kaniya Aştiyê ji bo berevaniya rewa û têkoşîna dijî terorê ku di hiqûqa navneteweyî û Peymana NYyê da derbas dibe û di çarçoveya Rêkeftina Edeneyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da tê meşandin û armanca wan a ji herekatê jî ew e ku sînor û gel were parastin, dawî li hebûna terorîstên DEAŞ û PKK/YPGyî were anîn, rê li korîdora terorê ya li bakurê Sûriyeyê were girtin û navçeya aram were avakirin.

Akar got ku armanc ew e ku bi vî awayî Ereb, Kurd, Xirîstiyan, Êzdî û Keldanî jî di navê da qedera 2 milyon Sûriyeyiyên ji cih û warên xwe bûne, bi rûmet û xwebexş vegerin ser erdê xwe û malên xwe û wiha dewam kir, "Pirsgirêkeke me bi Kurdan an jî tu komeke din a etnîkî ra tuneye. Em bi tenê li dijî rêxistinên terorê têdikoşin."

- Têkoşîna dijî DEAŞê

Wezîr Akar bal kişand ku Tirkiye bi yekî zêdetir rêxistinên terorîst ra rûbirû ye û wiha got, "Tirkiye di têkoşîna dijî DEAŞê da di eniyên pêşiyê da cih digire."

Akar herwiha got ku ew aktîf beşdarî hewildanên hevpeymana navneteweyî ya dijî DEAŞê dibin û herwiha da bibîrxistin ku di êrîşên DEAŞê yên dijî Tirkiyeyê da qedera 600 sivîlî jiyana xwe ji dest da û wiha dewam kir:

"Di 2016an da di Operasyona Mertalê Feratê da 3 hezar DEAŞî hatin berterefkirin. Di vê operasyonê da me 72 eskerên Tirk ên qehreman şehîd dan. Di Operasyona Kaniya Aştiyê da bi tenê girtîgeheke DEAŞê di qada operasyona Tirkiyeyê da hebû. Gava em çûn, vikîvala bû. PKK/YPGyê hemû mehkûm berdabûn. Van axiriyan serkirdeyên payebilind ên DEAŞê bi destê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê tên girtin ku ev yekî jî nîşan dide ku têkoşîna me ya dijî DEAŞê bibiryar dewam dike."

- "Em ê destûrê nedin korîdora terorê"

Akar axaftina xwe wiha domand, "Di têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî DEAŞ, PKK/YPG û hemû rêxistinên din ên terorê da tu guhertin tuneye. Pirsgirêkeke me bi Kurdan an jî tu komeke din a etnîkî ra tuneye. Em bi tenê li dijî rêxistinên terorê têdikoşin. Em ê teqez destûrê nedin ku li başûrê sînorên me korîdoreke terorê were avakirin."

Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û Wezîrê Parastina Qeterê Xalid bin Mihemed el-Atiye jî axaftina Akar guhdarî kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.