11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
ANKARA
TSKyê li çoltera Mêrdîn û Hekariyê operasyona esmanî li dar xist
Hêzên Çekdar ên Tirk li çoltera Mêrdîn û Hekariyê operasyona esmanî li dar xist. Di operasyonê da 11 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariyê li çoltera Dargeçita Mêrdînê endamên rêxistina terorê PKKê hatin tespîtkirin. Li ser vê operasyona esmanî hat lidarxistin. Di operasyonê da 8 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin û 2 mewziyên çekan jî hatin îmhekirin.
Ji aliyê din ve li çoltera Hekariyê dijî endamên rêxistina terorê operasyona esmanî hat kirin. Di operasyonê da 3 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin û şikefteke terorîstan hat îmhekirin.