30 Tebax 2016•Rojanekirin: 30 Tebax 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di çarçoveya Harekata Mertalê Feratê da ku Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) li Sûriyê bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hêzên koalîsyonê dike duh ji saet 16.30î pê va li Cerablûs û herêma der û dora wê 21 hedefên terorîstan hatin tesbîtkirin û bi obusên bahozê va 108 gule hatin avêtin û bi îsabet li hedefan xistin.
Li gor daxuyaniya TSKyê, "Harekata Mertalê Feratê" di çarçoveya mafên hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyê, mafê mudafaya meşrû ya li gor benda 51emîn ya Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) û biryarên ku NYê ji bo têkoşîna DAEŞê daye da dewam dike.
Li gor daxuyaniyê, di roja 7emîn a harekatê da duh ji saet 16.30î pê va li Cerablûs û herêma der û dora wê 21 hedefên terorîstan hatin tesbîtkirin û bi obusên bahozê va 108 gule hatin avêtin û bi îsabet li hedefan xistin.
Ji aliyekî din va du jetên A-10ê yên hêzên esmanî yên koalîsyonê duh bi şev di saet 23.10an da li der û dora herêma Cerablûsê du hedefên DAEŞê tesbî kirin û îmha kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo ku zirar negihêje sivîlan her cure tevdîr tên hildan û di vê mijarê da hesasiyet li pêş e.