04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
ŞIRNAK
Tetbîqata ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di 18ê îlonê da li nêzîkî Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya navçeya Şirnexê dabû destpêkirin bi beşdariya leşkerên Iraqê va dewam dike.
Tetbîqata ku 3 kîlomtreyî dûrî deriyê sînor li pişta rawestgeha tiran tê kirin bi tevlîbûna leşkerên Iraqê va dewam dike.
Li rasta tetbîqatê boluka mekanîze întiqal kir. Di întiqalê da leşkerên Tirkiyeyê û Iraqê ji bo êrîşên ji hewayê, êrîşên ji beja û defikên ku dijminan danîne tevdîrên derbasbûnê hildan.
Di senaryoya tetbîqatê da komek leşker merûzî êrîşê dimînin, yekîneyên bi wesayîtên bizirx jî tên wan xilas dikin û berî êrîşkaran didin.
Leşkerên Tirkiye û Iraqê piştî tetbîqatê bi wesayîtên bizirx va vegeriyan nav yekîneyên xwe.
Hat ragihandin ku leşkerên li navenda fermandariyê kom bûn tetbîqat nirxandin.