Türkan Tosun
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
TEHRAN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Sadabadê ji hêla Serokomar Hesen Ruhanî va bi merasimê hat pêşwazîkirin.
Di merasimê de sirûda herdu welatan hat xwendin. Erdogan û Ruhanî silav dan leşkeran û wêne kişandin.
Sererkan Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Turîzmê Numan Kurtumuş, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Balyozê Tehranê Riza Hakan Tekîn jî di merasimê de amade bûn.
Piştî merasimê herdu Serokomaran hevdîtin kir. Dema ku civîna wan bîqede ewê civîneke çapemeniyê li dar bixin.