20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
TUNCELÎ
Li Tunceliyê di operasyona hêzên ewlekariyê ya ku hêza asîmanî jî beşdar bû da 6 terorîstên ku di 16ê hezîranê da li ser rêya Tuncelî-Pulumurê mamoste Necmettîn Yilmaz qetil kirin, kuştî hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê da hat ragihandin ku di xebatên kewş û çavdêriyê ku Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê di 19ê tîrmehê da li çoltera navçeya Nazimiyeyê bi firokeya çekdar a bêfirokevan (FÇB) pêk anî da komeke mensûbên rêxistina terorî hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku bi FÇByê li koma navborî dan û li deverê dest bi operasyonê kirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Di çarçoveya operasyona ku li herêmê dewam dike da 6 mensûbên rêxistina terorê kuştî hatine bidestxistin. Eşkere bû terorîstên ku kuştî hatin bidestxistin, ew mensûbên rêxistinê ne ku di 16ê hezîranê da li ser rêya Tuncelî-Pulumurê mamosteyê me Necmettîn Yilmaz revandibûn û şehîd kiribûn. Li deverê M-16 tifinga peyadeyan, 4 kalaşnîkof, demançeyek, 200 gram C4 teqemenî, 5 çenteyên piştan û alavên cuda cuda yên jiyanê hatine bidestxistin."