01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
ŞIRNAK
Terorîstê PKK/YPGyî yê ku li Şirnexê teslîmî hêzên ewlehiyê bû got PKKyê ew xapandiye ku wê jê ra kar bibînin û tu eleqeya rêxistinê bi azadiyê ra tune.
Artêşa Tirkiyeyê ya ku li hundirê welêt û dervayî welêt ji bo ewlehî û aramiya welêt operasyonên serkeftî dike, nahêle terorîstên PKKyî çavên xwe vekin.
Di operasyonan de gelek cih û war ji terorîstan hatin paqijkirin. Gelek terorîstên ku rûyê rastîn ên rêxistinê dibînin jî teslîmî hêzên ewlehiyê dibin.
Fermandariyên cendirmeyan bi alîkariya qanîkirina malbatan gelek terorîstan teslîm hildidin, hejmara terorîstên teslîm dibin her ku diçe zêde dibe.
- Di nav 6 mehan de 201 terorîst teslîm bûn
Li Şirnexê di nav 6 mehan de 103 terorîst hatin berterefkirin, 201 terorîst jî teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Terorîst A.B. (19) yê bi navê kod "Azad" bi saya tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê yê Cizîrê teslîmî hêzên ewlehiyê bû. Mehkemeyê A.B berda û rayedaran ew teslîmî malbata wî kir.
A.B.yê teslîmbûyî behsa rûyê veşartî yê rêxistinê kir û got ew di meha sîbatê de beşdarî refên rêxistinê bûye, lê wî gelekî zehmetî kişandiye.
A.B. got rewşa malbata wî nebaş e û wî xwestiye ku here Stenbolê bixebite lê hew dîtiye ku ew di kampa terorîstên PKKyiyan de ye.
A.B. anî ziman ew hatiye xapandin û wiha axivî: "Ji bo tunelê me di şikeftê de erd dikola, em wek koleyan didan xebitandin. Bi pakîtî xwarinek nedidane me. Rojek av hebû nan tunebû, roja din nan hebû av tunebû. Tunebûneke wisa hebû. Paqijî tunebû, me nikaribû em serê xwe jî bişon. Car caran me 20 rojan an mehekê serê xwe nedişûşt. Di şikeftan de spî diketin hevalên me. Rêxistina terorê qaşo behsa azadiyê dike, lê min dît ku tu azadî tune. Ez ji bo revê çareyekê digeriyam û ez revîm."
Ji bo wêne û dîmenên li çiyê tên kişandin A.B. got ew rastiyê nîşan nadin.
A.B. anî ziman li serê çiyê jin û mêr tev hevdu ne û wiha dewam kir: "Em şahidê her cure têkiliyê bûn. Helbet yên ev tişt dikirin yên payebilind bûn. Yên din di xizmetên paş de dihatin bikaranîn. Her tim ji me ra digotin heke hûn teslîm bibin, wê êşkenceyê li we bikin. Lê ez hatim û min dît ku tiştekî wisa tune. Li hember min baş tevgeriyan, ez ne bendê bûm ku wê evqas baş tevbigerin. Gelek hevalên min dixwazin werin. Ez ji vir bangî wan dikim. Werin teslîm bibin, tiştên tên gotin ne rast in. Li wir dahatûyek tune. Werin bigihêjin malbatên xwe, dahatûya xwe xilas bikin."